Her wekî têkiliya xurt a edebiyatê û mîtolojiyê, têkiliyeke xurt a hêmanên mîtolojîk û bikaranîna wan a di metnên edebî de heye. Bi vî rengî, di zortirê metnên edebiyata cîhanî û yên edebiyata kurdî de, nemaze yên klasîk de hêmanên mîtolojîk bi gelek wate û temsîlan hatine bikaranîn û hêz û şiyaneke xurt dane hunerkariya metnê. Hinek ji wan hêmanan zêdetir wekî temsîlên edebî dimînin û hinek ji wan ji kirasê xwe yên edebî wêdetir, wateyên kûrtir li xwe dikin, dibin temsilên hizrî-îrfanî-tesewifî. Wekî padişahekî efsanewî Cemşîd û wekî amûreke cîhanbîn Camê Cem miqabilî vê temsîlê dikin û di berhemên edebî yên curbicur de cihekî berfireh digirin.
Herwekî şairên mutesewif ên fars ên wekî Senayî, ‘Ettar, Mewlana û Hafiz, şairên kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî û gelek kesên din di wate û temsîlên cuda de behsa Cemşîd û Camê Cem kirine. Dîwana Melayê Cizîrî ku yek şakarên edebiyata kurdî ye, ji layê hewandina hêmanên edebî-mîtîk û tesewifî ve yek ji berhemên herî dewlemend e û Cemşîd û Camê Cem jî di vê berhemê de cihên xwe girtine.
Em ê di vê gotara xwe de berê xwe bidin helbestên Melayê Cizîrî û lê binêrên ka wî di çarçoveyeke çawa ya edebî-tesewifî de ev her du hêman bi kar anîne. Beriya wê em ê hem li ser dêrînenasiya Cemşîd û Camê Cemê, hem jî li ser cihê wan ê di nêrîna tesewifî de bisekinin û layenên van her du temsîlan vebeyan bikin.

As in known, there is a very fundamental relationship between mythology, mythical elements and literature and their use in many literary texts of world literature. In this way, in Kurdish literature, as in all world literature, especially the classical ones, mythical personalities, figures and elements have been used with many representations and meanings and have given a skill to the art of the text. Some of those personalities, figures and elements remain more like literary representations and some of them take on deeper meanings beyond their literary guise, becoming philosophical-gnostic- mystical representations. As a mythical king, Jamshid and Cup of Jamshid (Jâm-i Jam) as a tool for the future are against this representation and occupy a wide place in various literary works. Like many poets of Persian literature such as Senaî, Attar, Rumi and Hafiz, Kurdish poets such Ahmad Khani, Mulah Jezeri, Nali and many others have mentioned Jamshid and his Cup in different meanings and representations. The Divan of Mullah Jezeri, which is one of the masterpieces of Kurdish literature, is one of the richest works in terms of combining literary-mythical and mystical elements, and Jamshid and his famous Cup have also taken their place in this work. The main aim of this study is to try to analyse the poems of Mullah Jezeri and see how he used these two figure/element in a literary-fictional-mystical context. So, first of all, we will focus on both the history of Jamshid and his Cup, as well as their place in the Islamic mystic view and explain the layers of these represntations.
Primary Language | Kurdi |
---|---|
Subjects | Sufism |
Journal Section | Articles |
Authors | |
Early Pub Date | July 10, 2025 |
Publication Date | June 30, 2025 |
Submission Date | September 17, 2024 |
Acceptance Date | May 19, 2025 |
Published in Issue | Year 2025 Volume: 17 Issue: 1 |
Creative Commons Atıf-Gayriticari 4.0 Uluslararası Lisansı (CC BY-NC 4.0) ile lisanslanmıştır.
Derginin tüm içeriğine açık erişim sağlanmaktadır. Yayınlanan makaleler öncelikle İThenticate programında taranmaktadır.
Dergimizde
yayınlanan makalelerin sorumluluğu yazara ait olup, tüm telif hakları Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi’ne devrolunmuştur.